SOHR: Hejmara kustiyên li berava Sûriyeyê bû 1500 kes

15 March 2025 13:23 0 dîtin
SOHR: Hejmara kustiyên li berava Sûriyeyê bû 1500 kes

PeyamaKurd – Li gorî amarên Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di encama tundiyên li peravên Sûriyeyê 1500 kes hatine kuştin ku piraniya wan Elewî ne.

Riwangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)ê ragihand: 

“Ji 6ê Adarê ve hejmara sivîlên li beravên Sûriyeyê di bilindbûnê de ye ku piştî êrîşên grûbên çekdar ên navxweyî êrîşî hêzên ewlehiyê û yekîneyên Wezareta Berevaniyê dest pê kirin. Ew jî bû ku sedem ku şer û alozî û tundiyên berfireh û di encamê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane bûye 1500 kes.”

 

Riwangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, 2 komkujî di 14ê Adarê de li bajarên Lazqîye û Tertûsê bi belge kirine ku di her du komkujiyan de 24 kes hatine kuştin û piraniya wan jî Elewî ne.

Duh 14.03.2025an birêveberê Riwangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman ragihand, piştî belavkirina amar û zanyariyan li ser komkujiyên li beravên Sûriyeyê, gefa kuştinê li wî hatiye xwarin û diyar kir, hemû ew kesên li gel Riwangeha Sûrî ya Mafê Mirovan kar dikin jiyana wan di bin metirsiyê de ye.