SOHR: Li Sûriyeyê 973 Elewiyên sivîl hatin qetilkirin

10 March 2025 13:39 0 dîtin
SOHR: Li Sûriyeyê 973 Elewiyên sivîl hatin qetilkirin

PeyamaKurd – SOHRê ragihand ku li Sûriyeyê li dijî Elewiyan 39 komkujî hatin kirin û 973 sivîl hatine qetilkirin. 

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku li Sûriyeyê xwedî toreke berfireh a çavkaniyan e, bal kişand ser “operasyonên paqijiya etnîkî û înfazên bêdaraz” ên ji aliyê komên çekdar ên Şamê ve têne kirin û ragihand ku heta niha 973 kes hatine qetilkirin ku di nav de zarok û jin jî hene.

SOHRê da zanîn ku li dijî Elewiyan 39 komkujî hatine kirin û 973 sivîl hatine qetikirin.

Li gorî SOHRê, ji hêzên çekdar ên Şamê û hêzên çekdar ên Elewiyan herî kêm 481 kes hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî, Washington û paytextên din komkujî şermezar kirin û bang li rayedarên Şamê kirin ku dawî li kuştina mirovan bînin.