SOHR: Ji 6ê Adarê heta 27ê wê 1659 sivîl hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (OHR) ragihand ku ji 6ê Adarê heta 27ê Adarê, 1659 sivîl li Berava Sûriyê hatine kuştin.
SOHRê eşkere kir, 7 welatî li gundê Ezêziyê li gundewarê Bakur Rojavayê Hemayê hatin darvekirin û destdirêjî li jin, zarok û kesên bitemen kirin.
Li gorî rapora SOHORê, 25ê Adarê jî çekdaran gule berdan du welatiyan li heman gundî û birîndar bûn.
SOHRê diyar kir ku ji 6ê Adarê ve, 1659 sivîl li Berava Sûriyê can dane û çarenivîsa gelek kesan jî nediyar e.
Hate diyarkirin, 62 komkujî li Beravê hatine belgekirin û hejmara giştî ya kuştiyan ji sivîl û çekdaran gihîştiye 2171 kesî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin