Hejmara kustiyên HTS û hêzên Sûriyê gihîst nêzî du sedî: 8 lesker jî hatin dîlkirin

28 November 2024 18:33 0 dîtin
Hejmara kustiyên HTS û hêzên Sûriyê gihîst nêzî du sedî: 8 lesker jî hatin dîlkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di enmcama pevçûnên hêzên Sûriyê û çektarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yê li gundewarê Heleb û Idlibê de, hejmara kuştiyên herdu aliyan gihîştiye 153 kesan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir, ji berbanga doh 27ê Mijdarê ve şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên HTŞê de dewam dike û heta niha 99 çekdar û 54 leşkerên Şamê hatine kuştin.

SOHR'ê eşkere kir, çekdaran 8 leşkerên Şamê li gundê Acil û derdora wê û 2 leşkerên din li rojavayê Helebê dîl girtine.

Li gorî SOHRê, çekdarên HTŞê beriya niha ragihandine ku wan gundê Şabûr li nêzî bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê, gundên Dadîx û Keferbetîx ên rojhilatê Idlibê û gundên Keferbisên û Ernaz ên rojavayê Helebê kontrol kirine. Herwiha dîsa SOHRê ragihandibû ku rêya sereka ya Heleb-Şamê M5 jî ketiye jêr kontrola çekdarên HTŞê.