IHR: Hejmara Kustiyên li Îranê, gihîst 304an
PeyamaKurd- Rayedarên Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR), li ser kuştina kesên di xwepêşandanên Îranê yên ji bo keça Kurd Jîna Emînî, raportek belav kir. Li gorî raporta IHRê, hejmara kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin, gihîştiye 304an.
Bi rêya raporta ku di malpera înternetê ya IHRê de ku bi navenda xwe li Norwecê ye, agahiyên xwepêşandanên ku 50 roj in dewam dikin, hatin parvekirin.
Hat diyarkirin ku li Îranê ji 31 eyaletan, li 22 eyaletan kuştî hene û li eyaletênvku herî zêde xwepêşanêr lê hatine kuştin, wekî Sistan-Beluçistan, Mazenderan, Tehran, bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Gilanê hatine destnîşankirin.
Li gorî raportê, li eyaleta Sistan-Beluçistanê 118, li Mazenderanê 33, li Tehranê 30, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 26, li Gilanê 22, li Azerbaycana Rojava 21, li Kirmanşahê 13, li Elborzê 9 û li eyaletên din bi giştî 304 kes hatine kuştin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji kesên hatine kuştin, 41 jê di bin 18 saliya xwe de ne û 24 jê jin in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin