Hejmara kustiyên êrîsa li Dêrezorê gihîst 37 kesan

31 December 2020 14:59 0 dîtin
Hejmara kustiyên êrîsa li Dêrezorê gihîst 37 kesan

PeyamaKurd – Li Dêrezorê hejmara kuştiyên karwaneka hêzên rêjîma Sûriyê, zêde bû. Hejmara kuştiyan gihîştiye 37 kesan û rewşa hinek birîndaran jî xerab e

Li ser rêya bajarên Dêrazor û Hims yên Sûriyê, karwaneka hêzên rêjîma Sûriyê rastî êrîşekê hat û li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de herî kêm 28 serbaz hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirova li Sûriyê da zanîn, hejmara kuştiyan gihîştiye 37 kesan û rewşa hinek birîndaran jî xerab e.

Tê gotin, ew êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.