Hesda Seibî hejmara kustiyên êrîsa Amerîkayê eskere kir

04 February 2024 12:52 0 dîtin
Hesda Seibî hejmara kustiyên êrîsa Amerîkayê eskere kir

PeyamaKurd - Hêzên Heşdî Şeibî yên girêdayî Fermandariya Operasyonên Enbarê li Iraqê, li ser êrîşên Amerîkayê yên şeva 3yê Sibatê daxuyanî da.

Heşda Şeibû ragihand ku di encama êrîşên Amerîkayê de hejmara kuştiyên wan gihîştiye 36 kesan û diyar kir, “Em amadebûna xwe ji bo cibîcihkirina her fermaneke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê ji bo parastina serweriya Iraqê dubare dikin.”

Hêjayî gotinê ye, di êrîşa bersivdana kuştina 3 leşkerên Amerîkî li sînorê Urdinê de, li Suriye û Iraqê 85 armancên komên milîsên girêdayî Îranê ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatibûn armanc kirin û Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku ev hê destpêk e, wê êrîşên wan berdewam bin.