Êrîsa asmanî li ser baregeha Hesda Seibî li Iraqê!

20 April 2024 08:54 0 dîtin
Êrîsa asmanî li ser baregeha Hesda Seibî li Iraqê!

PeyamaKurd – Li bajarê Babilê yê Iraqê li dijî baregehên çekdarên Heşda Şeibî êrîşeke hewayî hat kirin.

Hat ragihandin ku li eyaleta Babilê ya li başûrê paytext Bexdayê li dijî Baregeha Kalsû ya ku Heşda Şeibî wek baregeh bi kar tîne, êrîşeke hewayî hat kirin.

Li ser medyaya civakî hin dîmenên ku tê îdiakirin ji dema êrîşê ku çavkaniya wan ne diyar e, derketin.

Ji aliyê din ve Heşda Şeibî DYA ji êrîşê berpirsyar dît.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Heşd El Şeebî Babil di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de wiha got: “Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji aliyê DYAyê ve êrîşeke hewayî ya dijminane li ser Midûriyeta Kalkan, Seraya El Cîhad û Nûhba ya li Baregeha Leşkerî ya Kalso ya Babilê pêk hatiye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de mirî û birîndar çênebûne.