Amerîkayê êrîsa Hesda Seibî ya ser baregeha PDKê bi tundî sermezar kir

18 October 2020 11:41 0 dîtin
Amerîkayê êrîsa Hesda Seibî ya ser baregeha PDKê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd -  Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser êrîşa milîsên Heşda Şeibî ya doh 17ê Cotmehê li Bexdayê bi ser baregeha PDKê de daxuyanî da û ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus bi daxuyaniyeke nivîskî wiha got:

"Amerîka êrîşa li dijî ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Bexdayê ji aliyê pêkhatên ser bi Îranê ve yên Heşda Şebî bi tundî şermezar dike.

Hêza axaftina azad û rexnegir, pêkhateyeke girîng a her demokrasiyê ye. Divê partiyên siyasî bêyî gefên milîs û çeteyan, di nava nîqaşeke xurt de bin.

Çalakiyên bêserûber ên milîsên bi alîgirê Îranê ku li derveyî hikumeta Iraqê kar dikin, aloziyên etnîkî û mezhebî derdixînin û demokrasiyê bin pê dikin. Divê hemû alî di vê serdema krîtîk de bi berpirsyarî tevbigerin."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha daxwaz ji partî û aliyên Iraqî kir, bi berpirsyarane nêzîkî vê qonaxa Iraqê bibin ku ji ber vîrusa korona, krîza darayî û gefên rêxistina terorîst a DAIŞê dinale.