Rûsya: Amerîkayê ji êrîsa Hesda Seibî em agahdar nekirin

30 December 2019 18:54 0 dîtin
Rûsya: Amerîkayê ji êrîsa Hesda Seibî em agahdar nekirin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser êrîşa Amerîkayê ya bi ser 5 baregehên Heşda Şeibî de ragihand ku Amerîkayê ew agahdar nekirine.

Peskov ji rojnamevanan re li ser pirsa êrîşa balafirên Amerîkayê ya şeva borî got, “Nexêr em nehatin agahdar kirin”.

Peskov, derbarê êrîşê de jî diyar kir, “Her cure êrîşên bêbandorkirina terorîstan bi erênê tên nirxandin. Lê belê ji aliyê dî ve her gavên bibin sedema bêîstiqrariyê jî nerênî tên nirxandin.”