Îran: Êrîsa ser Hesda Seibî nîsaneya pistevaniya Amerîkayê bo terorê ye!

30 December 2019 15:16 0 dîtin
Îran: Êrîsa ser Hesda Seibî nîsaneya pistevaniya Amerîkayê bo terorê ye!

PeyamaKurd - Îranê piştî êrîşên artêşa Amerîka li ser baregehên Heşda Şeibî li Iraq û Sûriyê ragihand, ew kar nîşana wê yekê ye, Amerîka piştevaniya terorê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî daxwaz ji Amerîka kir, rêzê li serwerî, serxwebûn û yekperçeyîya Iraqê bigire û destwerdana karûbarên Iraqê rawestîne.

Mûsewî got, “Êrîşa dagîrker a Amerîka li ser pêgehên Heşda Şeibî, nîşaneke diyar e ku Amerîka piştevaniya terorê dike.”

Mûsewî herwiha diyar kir ku divê Amerîka dagîrkeriya xwe li Iraqê bidawî bike, ji ber ku hebûna hêzên biyanî li navçeyê tenê alozî û krîzê peyde dike.