Ji Urdinê berteka Hesda Seibî bo Iraqê: Sînor ji êrîsa Îsraîlê re bikar neyînin!

06 August 2024 18:43 0 dîtin
Ji Urdinê berteka Hesda Seibî bo Iraqê: Sînor ji êrîsa Îsraîlê re bikar neyînin!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hikûmeta Urdinê nameyeke nerazîbûnê li ser hebûna Heşda Şebî li nêzî sînorê navbera herdu welatan ji Iraqê re şandiye û bertek nîşan daye.

Perlemanterekî Urdinê ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin gotiye, “Aliyê Urdinî berî çend rojan Iraq li ser fikarên xwe yên bo hebûna hêza Heşda Şeibî li nêzî sînorê xwe haydar kir. Ew vê binecihkirina hêzê li nêzî sînorê xwe wekî bikaranîneke xirab dibîne, ku mijûlî operasyonên leşkerî ne li dijî Îsraîlê û dixwazin asmanê Urdinê ji bo bombebarankirina hin cihên Îsraîlê bi kar bînin, ev jî rewşê xirabtir dike û Emanê dike pareke devera şerî.”

Wî parlamentarî daye zanîn, “Iraqê çend caran piştrastî daye Urdinê ku, ti metrisî di binecihkirina wan hêzan li ser sînorî de nîne û ew hêzên fermî ne û girêdayî Hikûmeta Iraqê ne, herwiha ew tenê ne li ser sînor in, belkî hêza zêrevanên sînorî jî ku girêdayî Wezareta Navxwe ya Iraqê ye li wê derê hene.”

Berpirsekî din ê Wezareta Derve ya Iraqê jî ji rojnameya Erebî El Cedîd a Qeterî re ragihandiye, “Bexdayê gelek caran selimandiye ku, armanca hebûna hêzên Heşda Şeibî li deverên biyabanî rêgirtina li Rêxistina DAIŞê ye, û ew jî ti metirsiyan li ser welatên cîranên Iraqê çênake.”

Bberpirsê Wezareta Derve ya Iraqê herwiha gotiye, “Ew operasyonên ji aliyê desteyên Iraqî ve li dijî Îsraîlê hatine kirin ji navxweya Sûriyeyê bûne, hebûna niha ya hêzên Heşda Şeibî li Rutbeyê, bi rex Urdinê ve, ti pêwendîya wê bi wê çalakiyê ve nîne.”

Wî berpirsê iraqî daye zanîn, “Urdin rêyê li binpêkirina serweriya xwe ya asmanî digire, eger desteyên Iraqê biryar bidin ku opersyonên xwe li dijî Îsraîlê berfirehtir bikin.”