Hejmara kustiyên êrîsa ser mizgeftê gihîst nêzî 100 kesan

31 January 2023 21:45 0 dîtin
Hejmara kustiyên êrîsa ser mizgeftê gihîst nêzî 100 kesan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara kuştiyên êrîşa bombeyê ya bi ser mizgefteke bajarê Peşawer ê Pakistanê de ku duh Yekşemê rû dabû, gihîştiye 92 kesan û zêdetirî 170 kes jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên ji Pakistanê, Talîban a Pakistanê ew êrîş li ser mizgeftê kiriye ku pêşî berpirsiya xwe qebûl kiriye û piştre jî Berdevkê Talîbana Pakistanê Mohammad Xoresanî ragihandiye ku êrîş ji aliyê wan ve nehatiye kirin.

Li gorî rayedarên Pakistanî, piraniya qurbaniyên êrîşê polîsên ku dema nimêjê çûbûn mizgeftê bûne û hejmara miriyan jî gihîştiye nêzî 100 kesan ku ji 170 birîndaran rewşa 6 kesan jî giran e.