Hejmara miriyên Koronayê li Îranê gihîst 13 hezar û 979 kesan

18 July 2020 15:11 0 dîtin
Hejmara miriyên Koronayê li Îranê gihîst 13 hezar û 979 kesan

PeyamKurd - Li Îranê ji ber vîrusa Korona 188 kesên din can dane û nêzîkî 2200 kesên din jî bi Korona ketine.

Li gorî Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 166 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 188 kes jî pê can dane.

Herwiha Dr. Larî da zanîn, rewşa 3 hezar û 529 nexweşên Koronayê jî xerab e.

Li gorî zanyariyan, hejmara miriyên Koronayê li Îranê gihîşt 13 hezar û 979 kesan û hejmara nexweşên ku baş bûne jî gihîştiye 223 hezar û 300 kesan.

Ji destpêkê ve heta niha 271 hezar û 606 kes li Îranê bi Koronayê ketine.