Hejmara miriyên ji koronayê gihîst 753 kesan

16 August 2020 16:29 0 dîtin
Hejmara miriyên ji koronayê gihîst 753 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 537 pêketiyên koronayê hatine tomarkirin û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 537 kes bi vîrusa Koronayê ketine  ku 297 kes li Hewlêrê, 51 kes li Silêmaniyê, 26 li Germiyanê, 134 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.

Herwiha di nav 24 saetên dawî de, 21 kesan ji ber nexweşiya Koronayê can daye ku ji wan 12 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperîn û 2 kes jî li Duhokê ne.

Li gorî amarên dawî heta niha li Herêma Kurdistanê 21,197 kes bi Covid-19 ketine (Hewlêr: 8744, Silêmanî: 9981, Duhok: 1820, Helebce: 652) û 753 kes jî mirine (Hewlêr: 244, Silêmanî: 484, Duhok: 13, Helebce: 12).

Heta niha ji nexweşan 11,496 kes jî baş bûne (Hewlêr: 4330, Silêmanî: 5827, Duhok: 795, Helebce: 544).