Hejmara miriyên koronayê gihîst 886 kesan
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên vîrusa koronayê ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên borî 17 kesên din ji vîrûsa koronayê can dan û 523 kesên din jî pê ketin.
Kesên ku di 24 saetên dawî de hatine tomarkirin, 194 li Hewlêrê, 189 li Silêmaniyê, 31 li Germiyan û 11 jî li Helebce ne.
Wezaretê da xuyakirin ku 17 kesan jî can daye ku 10 kes li Hewlêrê, 6 li Silêmaniyê û kesek jî li Helebceyê ye.
Herwiha Wezareta Tenduristiyê diyar kir, 857 pêketiyên koronayê jî li seranserê Herêma Kurdistanê baş bûne.
Tevî van hejmarên dawî kesên li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi koronayê ketine gihîşt 24 hezar û 271 kesan û hejmara miriyan jî bû 886 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin