Hejmara miriyên coronavîrûsê li Îranê gihîst 124 kesan

06 March 2020 18:10 0 dîtin
Hejmara miriyên coronavîrûsê li Îranê gihîst 124 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Îranê îro ragihand ku di nav 24 saetên borî de 17 kesên din ji ber nexweşiya koronayê (covid-19) canê can dane.

Berdevkê wezareta tenduristiya Îranê, Dr. Kiyanûş Cehanpûr da xuyakirin, di heyama 24 saetên borî de 17 kesan ji ber nexweşiya koronayê cana daye û hejmara miriyên koronayê gihîştiye 124 kesan.

Dr. Cehanpûr da zanîn, ji doh ve heta îro hezar û 234 kesên din bi wê nexweşiyê ketine û bi giştî heta niha li Îranê 4 hezar û 747 kes bi nexweşiya koronayê ketine.

Li gorî Dr. Cehanpûr 913 kes ji nexweşiyê baş bûne û 15 hezar û 981 kes jî di bin qerentînê de ne.