SOHR: Hejmara mirinên li Rojava û Sûriyê gihîst 5 hezar û 273 kesan
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di roja 6an a erdhejê de, hejmara qurbaniyan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gihîştiye 5 hezar û 273 kesan.
SOHRê daye zanîn ku ji 5273 kesan, 2963 kes li deverên kontrola rêjîma Sûriyê ne û 3210 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne.
Li gorî SOHRê dibe ku hejmara mirinên erdhejê li Sûriyê bigihîje zêdetirî 7 hezar kesan ku hê jî gelek kes di bin kavilan de ne.
Hat eşkere kirin ku zêdetirî 5200 kes jî di erdhejan de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin