SOHR: Di nav kustiyên Elewî de muxalifên rejîma Esad jî hene
PeyamaKurd – Serokê Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) Rami Abdulrahman ji bo Rûdawê ragihand ku di pevçûnên li Sûriyê de sîvîlan xistine hedefê û herî kêm 340 sîvîl hatine kuştin û dibe jimar zêdetir be jî.
Rami Abdulrahman her weha balê kişand ser propaganda medyayê ku êrîşê ser HSDê û PKKê dikin û got ku dibe ev amadekariya êrîşa ser Kurda be jî.
Rami Abdulrahman got ku li peravên deryayê bûyer dewam dikin, girtin û cinayet dewam dikin û weha dewam kir:
“Em behsa 340 kuştiyan dikin û ev kes Elewî û xortên Elewiyane. Herkes ji komkujiyekî ditirse û hinek kes dixwazin di nav pêkhateyên Sûriyê de tevliheviyê bikin. Hinek dibêjin ku divê xelkê Elewî ji Sûriyê derxin. Lê di encamê de Elewî perçeyekî Sûriyê ne. Eger berê Esad wan ji bo xwe bikaranîbe jî, ev nayê vateya ku bên kuştin. Di nav wan de hene ku muxalifên Esad bûn. Hinek ji wan di zîndanên rejîmê de bûn û li hemberê Esad bûn lê niha di malên xwe de hatin gulebarankirin. Kuştiyên sîvîl 340 kes û yên çekdar 120 kesin…
Do, di medyayê de hat gotin ku HSD li peravên deryayê finansa serhildanê dike, lê HSD çawa dikare xwe bigihîne peravan? Gotin ku Îran di rêya HSDê de çekdarên xwe şandiye peravên Derya Sipî. Ji xwe li herêmê baregeha DYAyê heye û dizanin ku ev rast nîne.”
Li ser pirsa Rûdawê ku pirsî propogandayekî weha dikin da êrîşê Kurdan bikin û bikin bahane? Rami Abdulrahman got:
“Belê, bahaneye. Hêvî dikim ku komkujiyekî nekin ser Kurd, Ereb, Elewî, Sunnî, Durzî û pêkhateyekî li Sûriyê. Înşallah xelkê Sûriyê fêm bike ku temamên irq, dîn, mezheb perçeyekî ji Sûriyêne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin