Rejîma Sûriye û milîsên Îranê hêzeke serê HSDê bike damezrand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi pêşengiya rejîma Sûriyê û tevlîkirina hin eşîr û milîsan komeke çekdar a şerê dijî Hêzên Sûriya Demokratîk bike hate damezrandin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ew hêza nû ji aliyê eşîran li herêmên di bin kontrola hêzên rejîmê û milîsên Îranê ve li rojhilatê Dêrazorê hatiye pêkanîn ku wê şerê HSDê bike.
SOHRê daye xuyakirin, êşîra “El-Bu Şeban” bi amadebûna hejmarek ji şêxên eşîrên El-Igêdat û Begara, pêkanîna komek çekdar a bi navê “Saraya El-Bu Şeban” bi serokatiya Şêx Alaa El-Lebbad ragihand.
Hatiye diyarkirin ku Artêşa Eşîran ya bi serokatiya Şêxê Eşîra El-Igêdat Ibrahîm El-Hefil, bi armanca pêkanîna operasyonên çekdarî li dijî cih û xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye damezrandin û navê xwe jî wekî hevpeymaniya hevgirtin û hevkariya eşîran pênase kiriye.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî hin eşîrên ser bi hêzên rêjîmê li navçeyên di bin kontrola wê de, bi fermana milîsên Îranê civiyabûn ji bo pêkanîna pêkhateyeke çekdarî, ji bo şerê li dijî HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Firatê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin