Senatoya Amerîkayê pêsniyarqanûna tawanên ser ên Rûsyayê pesend kir
PeyamaKurd - Encûmena Nûneran a Amerîkayê, pêşniyarqanûna tawanên şer a Rusyayê ku li Ukraynayê kirine, bi piraniya dengan pesend kir.
Li gorî vê biryarê, wê Rêveberiya Joe Biden derbarê tawanên şer de agahî û belgeyan li hev bicivîne û pêşkêşî Encûmena Nûneran bike.
Pêşniyarqanûna tawanên şer a Rûsyayê 29ê Adarê ji aliyê Senator Michael McCaul û çend senatorên din ve hat pêşkeş kirin.
Serokê Civata Têkiliyên Derve yê Senatoya Amerîkayê Gregory Meeksli li ser îdiayên ku Rusya tawanên şer dike got: “Em her roj delîlan dibînin ku Rusya bi çi wehşetê li hember Ukraynayê tevdigere.”
Senatorên Amerîkayê yên beşdarî dengdayînê bûn, bi 418 dengan tawanên şer ên Rûsyayê li hember Ukraynayê qebûl kirin. Herwiha di dengdayînê de 7 kesan jî deng na bo wê projeyasayê bi kar anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin