Senatoya Amerîkayê proje biryara tawanên rejîma Esed pesend kir
PeyamaKurd - Senatoya Amerîkayê proje biryara ku Beşar Esed li dijî gelê xwe tawan kirine pesend kir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê, proje biryara tawanên Esed kirine bir ber dengdanê û ji dengên hemû endamên komîteyê yên demokrat û komarparî hat pesendkirin.
Serokê komîteya demokratan Bob Menendez û yê komarparêzan James Risch, li ser vê biryarê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin, divê Esed û hevalbendên wî bên cezakirin.
Di proje biryara hatiye derxistin de, tawanên rejîma Esed li dijî gelên Sûriyê kirine tê şermezar kirin û Amerîka, rejîma Esed, weke berpirsyarê tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan dibîne.
Herwiha di proje biryarê de, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo gelên Sûrî cî digire û berdewamkirina pêkanîna cezayên Qeyser jî li xwe digire.
Herwiha dozgerên Amerîkayê bang li Biden kirin ku aloziya Sûriyê bike kêşeyeke sereke ya siyaseta derve ya Amerîka û di çarçoveya qanûna Qeyser (Sezar) de, rejîma Esed û hevalbendên wê bên cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin