Senatoya Amerîkayê biryara endamtiya NATO ya Fînlanda û Swêd pesend kir
Peyamakurd – Encûmena Nûneran a Amerîkayê dengdan li ser pêşniyaza endamtiya NATO ya welatên Fînlanda û Swêdê kir û bi piraniya dengan biryar hat pesendkirin.
Di dengdanê de, 394 endamên senatoyê piştgirî dan endamtiya NATO ya Fînlanda û Swêdê û tenê 18 endaman dengê na bikar anîn.
Herwiha 2 kes ji Partiya Demokratan û 17 kes jî ji Partîya Komarîparêzan dengê bêlayan bikar anîn.
Heta niha hejmarek welatan pêşniyaza endamtiya NATO ya herdu welatan pesend kiriye û Amerîkayê jî ew biryar pesend kir.
Biryare 30 welatên endamên NATOyê biryarê pesend bikin daku Fînlanda û Swêd bibin endamên NATOyê.
Tenê Tirkiye li dijî endambûna wan welatan derdikeve ku tevî rêkeftina beriya Lûtkeya Madrîdê ya rakirina vetoya Tirk jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, doh 18ê Tîrmehê careke din gefa astengkirina endamtiyê li Fînlanda û Swêd xwaribû, bi sedema ku daxwazên wan ên radestkirina kesên têkildarî terorê nehatine bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin