Senatoya Amerîkayê: Divê pêkhateya Herêma Kurdistanê were parastin

28 February 2024 12:03 0 dîtin
Senatoya Amerîkayê: Divê pêkhateya Herêma Kurdistanê were parastin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew ligel Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê Jack Reed û endamê payebilind ê wê komîteyê Senator Roger Wicker civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser tora medyaya civakî X de wiha got:

Wî wêneyek ji hevdîtina xwe ya bi Jack Reed û Roger Wicker re û agahdarî li ser hûrguliyên civînê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku di civînê de li ser parastina aramiya Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevaniya Amerîka û hevpeymanan bo Pêşmerge li hev kirin û tekezî li ser rêzgirtina li pêkhateya destûrî û federaliya Herêma Kurdistanê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 24.02.2024ê li ser vexwendineke fermî gihîşt Amerîkayê.

Li gorî daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî wê bi rayedarên payebilind ên Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongresê re hevdîtinên cuda pêk bîne. Mijarên sereke yên civînan wê pêşdebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bin.