‘Divê di destûra Iraqê de statuya Herêma Kurdistanê û mafên pêkhateyan parastî bin’
PeyamaKurd – Piştî civîna îro ya hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo helwesta xwe ya li ser hemwarkirin û guhertina Destûra Iraqê diyar bikin, daxuyaniyeke hevbeş li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat belavkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de biryar hat dayîn ku heger destûra Iraqê were guhertin, divê ligel sîstema federalî, statûya Herêma Kurdistanê û mafê tevahiya pêkhateyên li Iraqê bên parastin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hemû beşdarên civînê bi girîngî ve li rûdanên Iraqê dinêrin ew bawerin ku tiştê îro li qada siyasî û îdariya Iraqê da rû dide, encama kêmasiyên kombûyên çend salan e.”
Di daxuyaniya hevbeş a ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin de, li ser girîngiya destkeftiyên kurdan hat rawestîn û hat gotin, "Divê di destûra Iraqê de sîstema federalî û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê û maf û azadiyên hemû pêkhateyên Iraqê parastî bin.”
TEVAHIYA DAXUYANIYA SEROKATÎYA HERÊMA KURDISTANÊ:
"Îro sêşem 05/ 11/ 2019 bi amadebûna birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzdar Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê, Desteya Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok û Nûnerên aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, ji bo guftûgokirina di derbarê rewşa Iraqê û eger û pêşhatan û bandorên wê yên li ser proseya siyasî li Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî civîneke berfireh encam dan.
Hemû beşdarên civînê bi girîngiyê ve li rûdanên Iraqê dinêrin û wiha bawerin ku ewê îro li qada siyasî û îdariya Iraqê da rûdide, encama kêmasiyên kombûyên çendîn saliya hukimranî û bi cîh nekirina destûrê bûye, ji bo wê yekê li civînê da bi dilgiraniyê ve wê rewşê nirxandin, heman demî de ji bilî derbirîna dilgiraniyên li beramber qurbaniyên xwepêşanderan û hêzên emniyan, dakokî li mafê raderbirîn û azadiya hemwelatiyan yên li daxwazkirina mafên wan de kirin.
Beşdarbûyên civînê li gel daxwazên rewayên xelkê Iraqê ne û piştevanin ku Hikûmeta Iraqê rêkarên pêwîst ji bo çaksazî û bi deng ve hatina daxwaziyên rewayên wan li ber bigrin.
Li civînê de parastina aramiya Iraqê û damezrawên destûrî û yasayiyan bi pêwîst zanîn, li gel ber çav girtina rewşa navçeyê û eger û gefên serhildana terorê û hêzên tundrew li ser Iraqê, bi taybetî bandora wan ya li ser navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê.
Mijareke dinê civînê taybet bû bi hevhelwestiya aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê li beşdariyekî bi bandor ya ji bo çareserkirina giriftên Iraqê bi giştî û dakokîkirina li mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhatan. Li vî derbarî de tekez li ser hewlên aliyên siyasiyên Kurdistanê ya ji bo hevkarîkirina Iraqê ya bi navê derbasbûna ji qeyranan û desteberkirina hukimraniyekî dirust û pêkanîna çaksazî û ber bi çav girtina mafên hemû pêkhatan kirin.
Babeta daxwaziya hemwarkirina destûra Iraqê, mijareke dinê girîngê civînê bû. Li vî derbarî de beşdabûyên civînê tekez kirin ku li her hemwarekî destûrê da divê sîstema federalî û maf û azadiyên hemû pêkhatên Iraqê û maf û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê û qeware destûriya wê parastî bin.
Beşdarên civînê tekez kirin ku ewlewiyeta Herêma Kurdistanê û sazî û damezrawe û aliyên dinê, parastina aramî û destkeft û berjewendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û rûbirûbûna teror û berdewamiya proseya çaksaziyê dibê û piştevaniya çaksaziyên li Iraqê dikin. Bi vê navê da jî hemû Kurdistaniyan dilniya dikin ku bi yekrêzî û yek helwestî kar dikin û destkeft û berjwendiyên Herêma Kurdistanê diparêzin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin