Herêma Kurdistanê jî komîteyekê bo hemwarkirina Destûra Iraqê pêk tîne

07 November 2019 12:55 0 dîtin
Herêma Kurdistanê jî komîteyekê bo hemwarkirina Destûra Iraqê pêk tîne

PeyamaKurd - Endamekî parlementoya Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê jî komîteyekê bo hemwarkirin û guhertina Destûra Iraqê pêk tîne.

Pêr her serokatiyên Herêma Kurdistanê (serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê û serokatiya parlementoyê) bi serok û nûnerên partiyên siyasî re li ser rewşa Iraqê û helwesta Kurdistanê li hember wan guhertin û pêşhatan civiyan.

Serokê firaksiyona milet li parlementoya Iraqê, Azad Kureçî, ku beşdarî wê civînê bibû, ji BasNewsê re got, di wê civînê de biryar hat dayîn ku komîteyek bo hemwarkirina Destûra Iraqê were pêkanîn.

Azad Kureçî her wiha got, armanca wê komîteyê ew e ku piştevaniya wan sê nûnerên kurd bike ku di komîteya hemwarkirina Destûra Iraqê de ne. Bi gotina wî parlementerî, ew komîte ji pispor û nûnerên aliyên siyasî pêk tê û serokê wê jî Firset Sofî (parêzgarê Hewlêrê) ye.

Parlementoya Iraqê roja 2 vê mehê komîteyek bo hemwarkirina Destûra Iraqê pêk anî. Di nav wê komîteyê de sê nûnerên kurd jî hene.