Fayeq: Me bi Serok Barzanî re li ser nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê li hev kir
PeyamaKurd – Seroka Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, li gel Serok Barzanî rêkeftine ku destûra Herêma Kurdistanê bi yekdengî bê nivîsandin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ji çapemeniyê re derbarê naveroka civîna do ya li gel Serok Barzanî de axivî û da zanîn: “Em rêkeftin destûra Herêma Kurdistanê bi yekdengiya niştimanî bê nivîsandin.”
Herwiha derbarê dema pêncem a parlamentoyê de jî eşkere kir: “Dema pêncem wê bê dirêjkirin” lê derbarê dema bê dirêj kirin de zêdetir eşkera nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin