Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya bo guhertina destûra Iraqê eskere kir
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmeta Kurdistanê û serokatiya parlementoya Kurdistanê îro ji bo helwesta xwe ya li ser hemwarkirin û guhertina Destûra Iraqê eşkere bikin civiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq û cîgirên wan li ser rewşa Iraqê û guhertina Destûra Iraqê civiyan.
Di civîna hersû serokatiyên Kurdistanê de biryar hat dayîn ku dema Destûra Iraqê were guhertin û hemwarkirin nabe destê xwe bidin wan made û bendên ku behsa mafên kurdan û Herêma Kurdistanê dikin.
Hat zanîn ku piştî civîna hersê serokatiyên Kurdistanê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û nûnerên hikûmet û aliyên siyasî yên Iraqê re civiyan.
Tê çaverêkirin di wê civînê de jî aliyê herêma Kurdistanê helwesta xwe ji aliyê Iraqê re ragihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin