Her sê serokatiyan helwesta xwe eskere kir: Herêma Kurdistanê ji nakokiyên xwe dûr bixin

08 January 2020 15:54 0 dîtin
Her sê serokatiyan helwesta xwe eskere kir: Herêma Kurdistanê ji nakokiyên xwe dûr bixin

PeyamaKurd - Piştî civîna îro ya her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya derbarê rewşa niha ya Iraq û herêmê de eşkere kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesur Barzanî û Seroka Parlamenê  Rêwaz Fayeq di daxuyaniya hevbeş de, daxwaz ji hemû aliyan kirin ku Herêma Kurdistanê ji milmilanî û nakokiyên xwe dûr bixin.

Di daxuyaniya her sê serokatiyan de hat gotin, “Di çarçova civîna asayî de, îro her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.”

Di daxuyaniya Serokatiyên Herêma Kurdistanê de hat ragihandin : “Di civînê de dawî pêşhatên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyên hatin behskirin û bi hûrî bûyer û helwesta Herêma Kurdistanê hat nirxandin. Di vê çarçovê de her sê serokatiyan nîgeraniya xwe ya kûr ji bo firehbûna bûyerên navçeyê derbirî di demekê de ku metrisiya terorê firehtir bûye û gefên rasteqîne yên li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hene.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Di derbarê bûyerên çend rojên berê de, bi taybet pêşhatinên vê sibê, her sê serokatî tekez dikin, rêkarên serbazî bi ti awayekî pirsgirêkan çareser nakin. Herêma Kurdistanê ligel aramkirina rewşê ye û diyalog û çareseriya dîplomasî ya pirsgirêkan, seqamgîrî û aramiyê ye. Daxwaz ji hemû aliyan dikin ku Herêma Kurdistanê ji nakokî û milmilaniyên xwe dûr bixin.”

Di dawiyê de hat gotin: “Herêma Kurdistanê piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û Herêma Kurdistanê bo berdewamiya rûbirûbûna teror bi pêwîstî dizanin, bi taybet ku di çend mehên bûrî de, tevger û kiryarên teroristan zêde bûne, ji ber wê daxwaz ji civaka navdewletî dikin, bi ta awayekî rê nede teror serê xwe hilbide.”