Trafîka Hewlêrê: Îro li Herêma Kurdistanê guhertina tabloyan dest pê kir

25 April 2022 16:48 0 dîtin
Trafîka Hewlêrê: Îro li Herêma Kurdistanê guhertina tabloyan dest pê kir

PeyamaKurd-Li gorî agahiyên ku ji Trafîka Hewlêrê hatin ragihandin, guhertina tabloyên (plaka) otomobîlan, îro li seranserê Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Hat ragihandin ku tabloya yekemîn, li Hewlêrê hatiye guherandin. Koda Hewlêrê 22, koda Silêmaniyê 21 û ya Duhokê jî 24 hatiye destnîşankirin.

Berdevkê Trafîka Hewlêrê Fazîl Hacî raginad ku li ser tabloya nû, navê Iraqê bi tîpên latînî û mezin û navê Kurdistanê jî bi du pîtkên KR û hejmara li ser jî bi latînî tê nivîsandin û tablo bi temamî li gorî şêweya navdewletî teşe digire. Hat ragihandin ku ji bo her tabloyekê 65 hezar dînar tê girtin lê kesên ku bixwazin tabloya xwe ya heyî biguherînin, divê 2 milyon dînaran bidin.

Hat zanîn ku ji bo tabloya demkî 20 hezar dînar tê wergirtin û kesên ku bixwazin beriya xilasbûna dema zagonî bigirin, divê 120 hezar dînaran bidin. Di tabloyên nû de koda parêzgehê li destpêkê tê nivîsandin û paşê tîpeke latînî û piştre jî hejmara otomobîlê tê nivîsandin.