Hakan Fîdan li Hewlêrê ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hate pêswazîkirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Hakan Fîdan derengiya şevê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrî ji aliyê Wezîrên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Berpirsê Peymangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Şêwirmendê Siyaseta Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ve hate pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin Hakan Fîdan îro li Hewlêrê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive. Fîdan roja sêşemê 23yê Tebaxê jî li Bexdayê bi Serokomar, Serokwezîr û berpirsên din ên Iraqê re civiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin