Hakan Fîdan:Li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê Tirkiye ye

22 November 2023 17:20 0 dîtin
Hakan Fîdan:Li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê Tirkiye ye

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Parlamentoya Tirkiyê bersîva rexenyên Parlamenterên HEDEPê da û got :

 “Li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê Tirkiye ye.”

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di civîna Lijneya Plandanîn û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Parlamenterên HEDEPê rexne li Tirkiyeyê girtin ku dijminatiya Kurdan dike.

Hakan Fîdan bersiv da van rexneyan û  got:

“Hinek parlamenter bi zanebûn wiha nîşan didin ku em dijminatiya Kurdan dikin. Em vê ji binî red dikin. Mijareke wisa nîne, Em dijminê PKKyê ne.”

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê da zanîn ku pêwendiyên wan û Herêma Kurdistanê baş in û wiha berdewam kir:

“Çi Kurd be, çi Ereb be heta ku berê sîlehê nedin me, Ti pirsgirêka me bi kesî re nîne.

Niha li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê kî ye? Komara Tirkiyeyê ye. Ma ne reveberiya Kurdan e? Belê, rêveberiya Kurdan e.

Hewlek heye ku dewleta Komara Tirkiyeyê wekî dijminê Kurdan nîşan bidin. Ev zimanekî şaş e, Ez vî zimanî qebûl nakim.”