Serokkomarê Iraqê Latif Resîd giha Hewlêrê û serokê Herêma Kurdistanê pêswaziya wî kir

11 May 2024 20:38 0 dîtin
Serokkomarê Iraqê Latif Resîd giha Hewlêrê û serokê Herêma Kurdistanê pêswaziya wî kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Latif Reşîd ji bo tevlî konferansa guherîna kêşûhewayê û hawirdoriyê bibe giha balafirgeha Hewlêrê û ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat pêşwazîkirin. Reşîd her weha wê bi lîderan re hevdîtinan bike.

Reşîd ji bilî Nêçîrvan Barzanî wê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî re hevdîtin bike.

Konferans di 12-13ê Gulanê de ye û di majara kêşûhewayê de wê li ser siyaseta Iraqê, aboriya wê û demografiya wê biaxife.Ji xwe babeta konferansê jî ew bi xwe ne.

Suponsoriya konferansê ji aliyê tora medyayê ya Rûdawê de têkirin.