Serokkomarê Iraqê Latif Resîd wezîfa avakrina hukumetê da Sûdanî
PeyamaKurd – Îro serokkomarê Iraqê hat hilbijartin û Latif Reşîdê ku Kurde bû serokkomarê nû yê Iraqê. Reşîd piştî bû serokkomar, bê wext bixe navberê namzedê serokwezîrtiyê yê ku terefên Şî’a destekê didinê Muhammed Şiya es-Sudani wezîfedar kir da hukumeta Iraqê ya nû ava bike.
Îro di parlementoya Iraqê de hilbijartina serokkomar çêbû û Reşîd 162 deng sitend û bû serokomar. Reşîd her çendîn endamê YNK ê ye jî namzedê serbixwebû.
Salekiye ku serokomarê Iraqê nehatibû hilbijartin û hukumeta nû nikaribûn ava bikin.
Latif Reşîd kiye?
Latif Reşid di 1944 an de li herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê, di sala 1968an de zankoya Liverpoolê beşa endazyariyê qedandiye.
Di sala 1976an de doktora xwe li zankoya Manchesterê kiriye, rêvebiriya FAO yê ya NY li Yemenê û Erebistana Si’ûdiyê kiriye, endamê kongra netewî û di rêvebiriya konseyê de cîh girt. Di sala 1986an de nûnerê YNK ê li Brîtanyayê bû. Di sala 2004an de wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin