Qralê Urdinê di rêya telefonê de serokkomarê Iraqê Latif Resîd pîroz kir
PeyamaKurd – Qralê Urdinê Abdullah II di rêya telefonê de li serokkomarê nû yê Iraqê Latif Reşîd geriya û ji bo hilbijartina wî ya serokkomariyê wî pîroz kir. Abdullah behsa girîngiya xwurtkirina têkiliyên navbera Urdin û Iraqê kir.
Di axaftinê de qral Abdullah xwest ku koordinasyona navbera her dû welatan û hevpariya berjewendiyan dewam bike û ji bo ewlehî û îstîqrara Iraqê her wext amadeye ku alîkariyê bike.
Latif Reşîd di parlementoya Iraqê de di tûra duyem de 162 dengên parlementeran sitendibû û do bûbû serokkomarê Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin