Sahê Urdinê Ebdullah û Esed bi rêya telefonê axivîn

03 October 2021 19:36 0 dîtin
Sahê Urdinê Ebdullah û Esed bi rêya telefonê axivîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Şah Ebdullahê duyem ê Urdinê û Serokê Sûriyê Beşar Esed pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Ajansa Nûçeyan a Petra ya Urdunê ragihandiye ku Beşar Esed bi telefonê bi Şah Ebdullah El-Sanî re axivîye û her du aliyan têkliyên di navbera her du welatan de û rêbazên bihêzkirina hevkariyê gotûbêj kirine.

Herwiha Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) jî bi zarê çavkaniyê hikûmeta Şamê daye xuyakirin, di peywendiya telefonî de têkiliyên her du aliyan, xurtkirina hevkariya hevbeş a her du welatan hatiye axaftin.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Şah Ebdullah piştgiriya Urdunê ji bo “serwerî, aramî, yekparçebûna axa Sûriyê û hewlên parastina gelê wê" re destnîşan kiriye.

Berî niha jî hatibû ragihandin ku di 27ê Îlonê de şanda rejîma Sûriyê li Ammana paytexta Urdunê di asta wezîran de civîn li dar xistine.

Ev pêwendiya telefonê ji sala 2011an ji destpêka şerê navxwe yê li Sûriyê vir de yekem pêwendiya telefonî ye.

Urdinê di 29ê Îlonê de di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re biryar da ku Deriyê Sînor ê Cabirê ji nû ve veke û kompaniya esmanî ya Urdinî Royal Jordanian dê di demeke nêz de piştî deh salan geştên esmanî bi Sûriyê re bide destpêkirin.