Serokkomariya Iraqê gotinên di derbarê Latif Resîd de derewand
PeyamaKurd – Serokkomariya Iraqê li ser gotinên ku dibêjin “dest daniye ser malê dewletê û li dijî qanûnan daye balyozxana Kuweytê” daxwuyanî da û got ku mijareka weha derewe. Di daxwuyaniyê de hat gotin milkê behsa wî têkirin, di sala 2011an de dewletê derxistiye mazata firotanê, ji 5 milyar dînarî zêdetir pere pê daye û li ser daxwaza wezareta karên derve bi îcarê daye balyozxana Kuweytê.
Ji ber serokê Iraqê Latif Reşid erdê ku di sala 2011an de bi 5.564 milyar dînarî kiriye, bi kirê daye balyozxana Kuweytê ya Bexdayê mijar zêde mezin kirine. Reşid araziyê navborî %25 perê wî pêşîn daye û yê mayî kiriye teqsîd.
Di daxwuyaniya serokkomariyê de hat gotin ku berya Latif Reşid bibe serokkomarê Iraqê, ew arazî bi îcar daye balyozxana Kuweytê û hinek kes di rêya medyayê de dixwazin serokkomar li ber çapemeniyê kêm bixînin.
Hat ragihandin ku serokkomar amade ye li ser mulkê navborî ewraqên fermî û meqbûzên heyî bişîne ji bo terefên pêwendîdar û wê di derbarê kesên van gotinan dibêjin de, dest bi kirina kiryarên qanûnî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin