Moskow: Em gotinên Erdogan ên di derbarê Kirimê de bi rik red dikin
PeyamaKurd - Rûsyayê bersiv da daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a di derbarê Ûkrayna û Kirimê de.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya duh de di derbarê Ûkrayna û Kirimê de wiha gotibû: "Piştgiriya me ya ji bo yekitiya ax, serweri ü serxwebûna Ûkraynayê mayînde ye. Vegera Kirimê ya li Ûkraynayê şertê hiqûqa navneteweyî ye."
Erdogan herwiha ji civîna Lîderên Platforma Çaremîn a Kirimê re peyameke bi vîdeo şandibû û wiha gotibû: "Ez bawer dikim ku ji bo xurtkirina mafê tirkên Tatar ên Kirimê, di heyamên pêş de wê gavên din jî bêne avêtin."
Peskov: Em gotinên Erdogan bi rik red dikin
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser van daxuyaniyê Erdogan daxuyaniyekê belav kir û bertekê nîşanî Erdogan da.
Peskov di daxuyaniya xwe de got: Em gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rik red dikin."
Berdevk Peskov diyar kir ku Rûsya di mijara Kirimê de bi temamî li hemberî Tirkiyeyê ye û got: "Em ê helwesta xwe ji dostên xwe yên Tirk re eşkere bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin