Erdogan gotinên Mansur Yavas rexne kir û got: Me Newroz bi coseke mezin pîroz kir
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 24ê Adarê piştî civîna Kabîneyê daxuyanî dan.
Erdogan, rexne li Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş girtin ku dema axaftina xwe ya piştevaniya Ekrem Îmamoglu ya Stenbolê, hem sivikatî li Ala Kurdistanê kiribû hem jî aciziya xwe ji bo polîsê ku li Cizirê şekirê pembûyî di ahenga Newrozê de dabû zarokan.
Erdogan wiha axivî:
"Me cejna Newrozê ya ku mizgîniya biharê ye û cejna zêdebûn û bereketê ye bi coş û kelecaneke mezin pîroz kir. Ji bilî çend wêneyên neyînî, bûyerên nexweş ên ku gelê me aciz, nearam û birîndar bikin, neqewimîn. Me bi nisbeta salên berê Newrozeke aramtir derbas kir. Di bernameya ku ji aliyê partiya me ve li Stenbolê hatibû lidarxistin de em bûn hevparê kêf û coşa gelê xwe, herêma xwe û cîhana Tirkî. Em dixwazin ku Newroz wek cejneke fermî were pîrozkirin.
Em ê wê wek roja hevpar a bibîranîn û pîrozkirina cîhana Tirkî di civîna pêş de pêşniyar bikin. Helbet em jî hin dîmenên ji çalakiyên Newrozê napejirînin. Em pîrozkirinên îsal ên bêalozî, bêbûyer û bêtundî ji bo yekîtî û aramiya gelê xwe gelek bi wate dibînin.
Kirîna şekirê pembû ji welatiyê me yê kêmendam bi pereyê berîka xwe û dayîna wê ji zarokan re ji aliyê polêsekî me ve ji hêla muxalefeta serekî anîn rojevê. Ew ên ku hembêza xwe ji bo wan ên ku bi kevir, bi top, bi molotof êrîşî polîsên me dikin vedikin, pêşkêşkirina şekirê pembû ji zarokan re ji aliyê polîsên me ve dikin mijara gotinê. Bê şerm û fedî li ser şekirê pembû hemasetê dikin.
Belavkirina pembê şekirê ji zarokan re ji aliyê polêsên me di cejna Newrozê de van aciz dike. Ez di wê baweriyê de me ku ev newekhevî, nakokiya mezin ji aliyê gel û bi taybetî birayên me yên Kurd ve hatiye tomarkirin. Ev zimanê faşîst li hember gel winda kiriye, piştî vê jî mehkûmî windakirinê ye. Dema ku em nêzî armanca Tirkiyeya bêteror dibin, wisa xuya ye em ê rastî van tevliheviyên wiha bên. Em bi biryar in ku em gelê xwe ji belaya terorê ya ku çil sal e xwîn û çavkaniyên wî dimije, rizgar bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin