Saredarê Ankara yê CHPê Mansur Yavas, banga MHPê ya ji bo Öcalan rexne kir
PeyamaKurd – Şaredarê şaredariya mezin yê Ankara Mansur Yavaş ê CHPyî, li ser mijara ku serokê MHPê Devlet Bahçeli gotibû ‘bila serokê PKKê Abdullah Öcalan here meclisê di civîna DEM Partiyê de bêje ku şer daye rawestandin û PKKê fesx kiriye’, ji rojnamevanan re daxwuyanî da. Yavaş, behsa pêdiviya bicîhanîna qanûna kir û got ku divê kesên weha wekî Öcalan, muxatab negrin. Yavaş weha dewam kir:
“ Kesê ku bi biryara dadgehên Tirekiyê û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê hatiye qebûl kirin ku serokê rêexistina terorîste û cezayê wî tesdîq bûye, eger bibe muxatan an ew muxatab bistînin, ev, li dijî sîstema hûqûqa Tirkiyê ya nihaye.”
Şaredarê şaredariya mezin ya Ankara Mansur Yavaş her çendîn di nav partiya CHPê de ye jî, bi rabirdûya xwe nêzî MHPê ye an İYİ Partiyê ye. Duhî serok CHPê Özgür Özel, di daxwyaniya xwe ya li TUSAŞê de ragihandibû ku ne şerte Abdullah Öcalan here meclisê û xîtabî grûba DEM Partiyê bike, dikarin jê re şertan amade bikin û li ciyê ku lê ye, dikare daxwuyaniya xwe bide.
Di nav CHP ê de fikra Özel, Yavaş û İmamoğlu girînge ku di mijarê de fikra xwe bêjin. İmamoğlu heya niha fikra xwe aşkera nekiriye lê Mansur Yavaş axaftina xwe weha dewam kir:
“Daxwuyaniyekî ku em hînî wê nebûne. Lê di meclisê de her carî hinek kes piçek jî pêşde diçin û daxwuyanî didin. Meraq dikim, wê di civîna bê ya grûba meclisê de çi bê gotin? Yanî di her carê de daxwuyaniyên ku eql û xeyalên mirovan qebûl nakin tên dayîn. Ez tevlî daxwuyaniyên weha nabim. Tirkiye dewletekî mezine. Eger dewleta me ya hûqûqê be, divê her tiştên me li gor hûqûqê bimeşin û rewa bin….”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin