Kurd gotinên Erdogan ên derbarê ‘Pirsa Kurd’ de red dikin...
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştê yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ku di sala 2005an de li Diyarbekirê gotibû, ‘Pirsa Kurd ya min e jî’ û di çend salên dawîn de jî dibêje, ‘Êdî pirsek bi navê meseleya Kurdan nemaye’ car dan bersiva pirsa Kurd da.
Erdogan vê carê jî got, “Gotina, Pirsa Kurd heye, li min û me heqaret e.”
Li gorî nûçeya Haberturkê, Erdogan di taşteya doh ya ligel parlamentarên AKPê de li ser mijarê wiha axiviye:
“Me her tişt ji bo Kurdan kir. Gotina, Pirsa Kurd heye, li min û me heqaret e. Meseleya Tirkiyê heye, divê em Tirkiyê bi tevahî bigirin dest. Min cudatî li Kurdan nekiriye.”
Piştî belavbûna van gotinên Erdogan derbarê meseleya Kurdan de, ji aliyê Kurdên bakurê Kurdistanê ve nerazîbûn hat nîşandan û li ser medya civakî jî gelek parvekirin hatin kirin.
Erdogan gotiye
— Dr Mazda Dilar Kurdziman (@MazdaKurdziman) July 5, 2019
- Li me heqaret e gotina mesela Kurd heye! Mesela Tirkeyeyê heye.
Erdogan rast dibêje. Mesela Tirkiyeyê û Tirkperestiyê heye...
Kurd jî wihan hîn bin çêtir e.
Herwiha HDPê Peyvdarê HDPê Gûney Kubilay jî bi daxûyaniyekê bersiva Erdogan da û got ku diyar e dê inkara Kurdan berdewam be û di şer de jî israr bike.
Gunay Kubilay ev daxuyanî da: “Bi rastî Daxûyaniya Serokkomar ku "wan pirsa Kurd çareser kiriye". Ne em dizanin, ne jî gelê Kurd dizanin ka çi hatiye çareserkirin…Diyar e ku Erdogan bi vê gotinê, daxwazên gelê Kurd yên Demokratîk, jîyanek wekhev û azad di nav komarê de inkar dike û dê bi şer û kuştinan bersiv bide. Ev ji bo pêvajoya nû ye. înkar û hewildanên tunekirinê dê berdewam be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin