Sêwirmendê Miftiyê Sûriyê: Miftî derbarê Kurdan de gotinên xerab nake

05 September 2019 12:06 0 dîtin
Sêwirmendê Miftiyê Sûriyê: Miftî derbarê Kurdan de gotinên xerab nake

PeyamaKurd - Şêwirmendê Miftiyê Sûriyê, derbarê gotinên Miftiyê Sûriyê yên li hemberî Kurdan, got ku ew gotin ne rast in û miftî gotinên xirab nake. Şêwirmendê Miftiyê Sûriyê Basil Qes Nesrulla ragihand ku miftiyê Sûriyê axaftinên xirab nake.

Basil Qes diyar dike, “Tiştê ku li ser rûpelên medyaya civakî belav bûne, ku miftiyê Sûriyê Ehmed Hesûn bi xirabî li ser pêkhateya Kurd axivî be, ne rast e, ji ber ku miftî Hesûn peyvên xirab bi kesekî re bikar nayîne.” Şêwirmendê Miftiyê Sûriyê dibêje, “Pêkhateya Kurd, beşek e ji pêkhateyên Sûriyê ye. Çar serokên Sûriyê ji wê pêkhateyê bûn, lê em wan weke sûrî bibîr tînin.”

Herwiha Basil Qes dibêje, “Herdem min tometbarkirina Kurdan bi xiyanetê red kiriye, wiha jî ez ji Şêx Ehmed Hesûn fêrî vî exzlaqî bûme, ku pêkhateyên sûrî bi gul û kulîlkên welat binav dike.

Basil Qes Nesrulla di dewama gotinên xwe de diyar dike, “Em hemû xelkê Sûriyê ne, xwîna me hemûyan di ber vî welatî de, hatiye rijandin û em hemû weke guldana welat in. Beşek ji Kurdan li ser yekîtiya xaka Sûriyê rijd in. Her kesek ji pêkhateyên civaka Sûriyê dixwaze ku ev xak bê rizgarkirin, ji Efrînê, heta Lîwaa Iskenderon û Cewlanê jî.

Basil Qes Nesrulla herwiha dawiya gotinên xwe de destnîşan dike, “Hemû kes û alî vexwendî ne ji bo maseya diyalogê û divê li ser wê maseyê bawerî di navbera me de hebe.”

Nivîsek li ser zimanê miftiyê Sûriyê Ehmed Hesûn li ser Kurdên Sûriyê belav bûbû ku tê de peyvên xerab li hemberî Kurdan bikar dianîn.