NY li ser biryara Yekîtiya Ereb ya di derbarê Sûriyê de daxwuyanî da
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî li ser biryara Yekîtiya Ereb ya di derbarê Sûriyê de ku biryarê daye da Sûriye vegere nav Yekîtiya Ereb daxwuyanî da. Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku ew hêvî dike di bin serpereştiya Neteweyên Yekgirtî de bi biryara jimare 2254 de, destekê bidin çareseriya siyasî. Li ser mijarê cîgirê berdevkê sekreterê giştî yê NY Farhan Haq di civîna çapemeniyê ya rojane de got ku ew nikarin li ser navê welatên endam biaxifin lê Guterres difikire ku endamên Yekîtiya Ereb di çareseriya siyasî ya Sûriyê de, rola wan girîng e. Haq got:
“Wê NY xebatên xwe yên ji bo çareseriya siyasî bidin dewamkirin û welatên din jî divê destekê bidin vê pêvajoyê.”
Yekîtiya Ereb ji sala 2011an heya niha endamtiya Sûriyê ya YE dabû rawestandin. Niha Y.Ereb car din biryarê da ku Sûriye dagere endamtiya xwe ya Yekîtiya Ereb.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin