Biryara Yekîtiya Ewropayê: Wê alîkariya mirovî ya ji bo Rojava û Sûriyê bê hêsankirin
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, pêwîstiya rêxistinên alîkariyên mirovî ya ku berê destûrê ji rayedarên neteweyî yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê werbigirin, ji bo bi lez gihandina alîkariyên mirovî bo Rojava û Sûriyê yên di erdheja navenda Mereşê de mabûn, hat rakirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Ewropayê de hat destnîşankirin, cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Sûriyeyê sektorên aboriyê yên ku rejîma Beşar Esad û alîgirên wê jê sûd werdigrin hedef digire.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rejîma cezayên Yekîtiya Ewropayê îstîsna mirovahî ya berfireh dihewîne da ku gihandina alîkariyên mirovahî li her derê welêt bidomîne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Konseya Ewropayê biryar daye ku ji îro pê ve sererastkirineke zêde ya ji bo gihandina lezgîn a alîkariyên mirovî bipejirîne û wiha hat gotin: "Bi vê guhertinê re YE destûrê dide rêxistinên mirovî ku ji bo armancên mirovî mal û xizmetên xwe veguhezînin an jî pêşkêş bikin, ji bo kes û rêxistinên di lîsteyê de, dev ji daxwaza wergirtina destûra berê ji rayedarên şareza berdaye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev guhertin ji bo 6 mehan derbasdar e.
Di lîsteya cezayên YEyê ya li dijî Sûriyeyê de 289 kes û 70 rêxistin hene ji ber zextên li ser gelê sivîl tê kirin.
Di nav toleyan de cemidandina sermaye û qedexekirina rêwîtiyê jî heye.
Dema ku karsaz û kompaniyên nêzî rejîma Şamê, îthalata petrolê, sînordarkirina hin veberhênanan dike hedef, cemidkirina samanên Banka Navendî ya Sûriyê li YE, û sînordarkirina hinardekirina alav û teknolojiyên ku di çapkirin û şopandina ragihandinê de li hundurê welat têne bikar anîn jî di çarçoveya tedbîran de ne.
Siza rê nadin şandina alîkariyên mirovî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin