Daxuyaniya 'Korîdora Genim' a Yekîtiya Ewropayê: Em alîkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê dikin

14 July 2023 12:31 0 dîtin
Daxuyaniya 'Korîdora Genim' a Yekîtiya Ewropayê: Em alîkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê dikin

PeyamaKurd Di daxuyanîya ku ji teref YEyê ve hat dayîn de hat diyarkirin, Komîsyona Ewropayê ji bo dirêjkirina Peymana Korîdora Genim alîkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê kir.

Peymana Korîdora Genim di 17ê Tîrmehê de bi dawî dibe. Yekîtiya Ewropayê (YE) têkildarî peymanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê piştgirî da muzakereyên di navbera NY û Tirkiyeyê yên li ser dirêjkirina peymanê.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin, pêşiya YEyê ew e ku genimê Ukraynayê bigihêje bazarên cîhanê, bang li aliyan hat kirin ku peymanê dirêj bikin.

YEyê peyama “Em amade ne ku hemû çareseriyên ku dê bigihêjin hedefê lêkolîn bikin” da.

Ji aliyê din ve Nûnerê Taybet ê Asayîşa Xwarinê ya Cîhanî ya Rêveberiya Amerîkayê Dr. Cary Fowler li ser Ewlehiya Xwarinê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Wî destnîşan kir, bi Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş bi milyonan ton genim li dinyayê tê belavkirin û wiha got: "Hewldanên Tirkiyeyê jiyanî ne, em ji Tirkiyeyê bawer in, roleke erênî heye û em dixwazin ev pêvajo di dewama wê da serkeftî be.

Di vê navberê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji televîzyona dewletê ya Rûsyayê re li ser endamtiya muhtemel a Ukraynayê ya NATOyê û paşeroja Peymana Genimê daxuyanî da.

Serokê Rûsyayê got, "Em bi Neteweyên Yekbûyî re di nava têkiliyê de ne, lê hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên li ser korîdora genim têk diçin. Em dikarin ji Peymana Korîdora Genim vekişin, heta ku alî sozên xwe pêk bînin."

Pûtîn diyar kir ku çekên nû yên ku ji Ukraynayê re tên şandin wê aloziyê gurtir bike û destnîşan kir, endamtiya muhtemel a Ukraynayê ya NATOyê ji bo Rûsyayê metirsîdar e.