Daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê li ser Ermenistan-Azerbaycanê
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, di hefteyên dawî de rageşiya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de zêde bûye û rewş ji nêz ve tê şopandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YEyê Josep Borrell ve hat dayîn de hat diyarkirin ku her roj li ser sînorê her du welatan çek tên teqandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li Qerebaxê jî li xeta têkiliyê ya bi heman rengî bûyerên bi vî rengî rû dane û ji 15ê Hezîranê û vir ve piraniya derbasbûnên li Korîdora Laçînê hatine girtin, ev yek metirsîdar e û ji ber qeyraneke mirovî ya muhtemel fikaran çêdike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî rêze hevdîtinên vê dawiyê yên di asta bilind de, YE di asta herî bilind a siyasî de ji bo kêmkirina rageşiyê û dîtina çareseriyên pejirandî yên dualî xebatên xwe didomîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin