Yekîtiya Ewropayê dê 2 salên din jî li Ermenistanê bimîne

30 January 2025 16:09 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê dê 2 salên din jî li Ermenistanê bimîne

PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê biryarek pejirand ku erka Mîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenistanê (EUMA) heta 2 salên din jî (19.02.2027) dirêj bibe.

YEyê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku hêzên wê dê heta 2 salên din jî li Ermenistanê bimîne, bi taybetî jî li wan herêmên ku îthimala şerek rû bide di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de.

Hat ragihandin ku hêz ji 200 kesan pêk tê ku ji 25 welatên endam in di Yekîtiya Ewropayê de û ji bilî welatên YEyê û her wega kenadayî jî di nav wan de hene.

Ev hêz ji 20 sibata 2023yan ve li Ermenistanê ne.