Yekîtiya Ewropayê hin cezayên ser Sûriyê rawestand
PeyamaKurd - Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro 24ê Sibê li ser li hev kirin ku hin cezayan li ser Sûriyeyê rawestînin.
Hate ragihandin ku cezayên hatine rawestandin, girêdayî enerjî, veguhestin û avahîsaziyê ne.
Biryar wek hewldaneke Ewropayê ya ji bo piştgiriya jinûve avakirina Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Beasê tê nirxandin.
Hêjayî gotinê ye, piştî şer û aloziya sala 2011an li Sûriyeyê dest pê kir, ew ceza li ser rejîma Esed û hemû sektorên aboriyê hatibûn sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin