Komkara Erebî biryara xwe ya ji bo Sûriyê dide
PeyamaKurd - Komkara Erebî îro 7ê Gulanê li ser mijara Sûriyê û vegera wê ya nav lîga welatên Erebî dicive. Wê wezîrên derve yên Ereban li Qahîreyê biryara vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî gotûbêj bikin.
Pêşnûmeya wezîrên derve yên welatên Erebî berî civîna wezîrên derve hat belavkirin ku tê gotin, wê şandên Sûriyê carek din di civînên wê û nav rêxistinên girêdayî wê de beşdar bibin.
Kovara Majalla belav kiriye ku Wezîrên Ereban dê biryarê bidin ku ji sibê ve beşdarbûna şandên Sûrî di civînên Komkara Erebî û hemû rêxistin û dezgehên girêdayî wê de dest pê bikin.
Li gorî projebiryarê tekezî li ser avêtina gavên pratîk û bi bandor ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryarên navdewletî hatiye kirin.
Di biryara Komkara Erebî de, ewlekarî û aramiya Sûriyê, nasnameya wê ya Erebî, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê hatiye kirin û tekane rêya çareserkirina aloziyê, çareseriya siyasî hatiye nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, Komkara Erebî di sala 2011an de ji ber şerê navxweyî, endamtiya Sûriyê rawestandibû û ev demek e jî hewl tê dayîn ku Sûriye ji nû ve vegere nav lîga Erebî ku tê pêşbînîkirin îro dengdan li ser bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin