MSDê pistgirî da biryara Komkara Erebî ya derbarê rejîma Sûriyê de
PeyamaKurd - Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li ser biryara Komkara Erebî ya ji nû ve tevlîkirina rejîma Esed di nav Komkara Erebî de daxuyaniyek belav kir.
MSDê di daxuyaniya xwe de, piştgirî da biryara asayîbûna bi rejîma Sûriyê re û beşdarbûna wê ya nav Komkara Erebî û banga çareseriya siyasî di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi jimar 2254an kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Meclisa Sûriya Demokratîk bi eleqeyeke mezin pêşketinên navneteweyî û herêmê û bandora wan a rasterast a li ser rewşa Sûriyeyê û aloziya kûr a mirovî ya li Sûriyeyê dişopînin. Li Sûriyeyê ewlehî û aborî hilweşiyaye, bêyî çareserkirina sedemên van rewşan bi awayekî durist, ev rewş nayê derbaskirin.
Divê saziyên dewletê li gorî rêbazên nîştimanî yên demokratîk ji nû ve werin sazkirin ku beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan di rêvebirina kar û barên welatê xwe de were mîsogerkirn. Gendeliyê sazûmaniya dewletê westand û Sûriyeyê kadroyên xwe yên pispor ji dest dan. Şer aborî ji hev xist û têkiliyên di navbera sûriyeyiyan de qut kirin.”
Di dewama daxuyaniyê de MSDê destnîşan kir: "Ji bingeha baweriya me ya bi têkiliyên xwezayî ya di navbera Sûriye û civaka erebî de, em dibînin ku tevgera erebî divê bibe derfeteke rasteqîn a pêkanîna çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254an a NYyê ku bikare hêviyên sûriyeyiyan ên pêkanîna demokrasiyê bi cih bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin